
Li Cizîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin
- 20:59 8 Hezîran 2023
- Rojane
ŞIRNEX –Li Cizîrê ji kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin du kes hatin girtin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê duh sibehê di serdegirtina malan de A.R, M.R û R.T hatibûn binçavkirin. Îro piştî îfadeyê her sê kes derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê A.R bi kontrola edlî hat berdan û M.R û R.T bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatinkirin.
M.R û R.T bi hicneta îfadeyên şahidên veşarî hatin girtin.