
Li Eskîşehîrê tundiya mêr
- 18:10 8 Hezîran 2023
- Rojane
ESKÎŞEHÎR- Li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê mêrekî tundî li jinekê kir.
Li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê mêrekî tundî li jinekê kir. Dîmenên bûyerê ketin kamerayên rewlehiyê û li ser van dîmenan tundiya li jinê hatibû kirin derket holê. Kesên derdorê agahî dan polîsan. Polîsan di lêkolîna kirin de xwe negîhandin jin û mêr.
Bi talimata Serdozgeriya Komrê ya Eskîşehîrê, Amîrtiya Buroya Tundiya li Ser Jinê û Malbatê ya Midûriyeta Emeniyeta Odunpazari dest bi lêpirsînê kir.
Hat hînbûn ku ji bo tespîtkirina nasnameya jin û mêr xebat didomî