
HDP ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA'yê
- 15:55 2 Sibat 2023
- Rojane
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA'yê.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana buroya JINNEWS û MA'yê ya li Enqereyê. Ebruyê bi lêv kir ku di 29'ê Cotmehê de li Enqereyê 9 rojnameger hatine girtin û ew şopdarê pêvajoyê ne. Her wiha bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê kir.